ISO 639 (original) (raw)
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji ISO 639-2 hat beralîkirin)
ISO 639, sîstemeka koda navnetewîye ku ji aliyê ISO hatiye diyarkirin ji bona navê hemû zimanê dinyayê bi kurtenavên ji 2 an jî ji 3 tîpa pêk tê bê nîşandin.
Vê gavê ISO 639-1 û ISO 639-2 standardên fermîne û ji aliyê ISO bi avayeki fermî tên bikaranîn. ISO 639-3 jî tê amadekirin.
Koda ISO 639-1 ji 2 tîpa pêk tê. Koda ISO 639-2 ji 3 tîpa pêk tê.
wekok:
| Ziman | 639-1 | 639-2 | 639-3 |
|---|---|---|---|
| Kurdî (Kurmancî) | ku | kur | kur/kmr |
| Soranî | ckb | ||
| Xwarîn | sdh | ||
| Zazakî (zaravayê kurdî) | zza | ||
| Dimilî (devoka zazakî) | diq | ||
| Kirmanckî (devoka zazakî) | kiu | ||
| Hewramî/Goranî | hac | ||
| Lekî | lki | ||
| Înglîzî | en | eng | eng |
| Tirkî | tr | tur | tur |
| Tamîlkî | ta | tam | tam |
Lîsta ISO 639-1 û ISO 639-2;
Tenê hinek ziman tê de hene. Êdî hew tê mezinkirin û kodên ku niha tê de hene wê heta heta wê ew bin.
ISO 639-2/B û ISO 639-2/T hene. Versiyona B hinek kodan li ser navên înglîzî çêdikê lê versiyona T hemû kodan li ser navê ziman yê di wî zimanî de çêdikê. Yanî ji ber ku navê almanî bi înglîzî German e û bi almanî Deutsch e, koda B "ger" e û koda T "deu" e.
Kodên B zêde nayên şuxilandin û ISO 639-3 bingeha kodên xwe ji 639-2/T tênê, ji ber vê çêtir e yek T bişuxilînê.
Kodên zimanan û zaravayan dihewînê.