Wîkîferheng (original) (raw)

Projeyeke Wikimediayê

Projeyeke Wikimediayê

Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad ya onlayn e. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, xerîb - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara madeyan 1.034.683 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên din e. Meqseda me ne tenê qeydkirina maneya peyvan e, tevî maneya peyvan gramer, etîmolojî, telafûz, varyant, hevmane, dijmane, peyvên nêzîk, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku famkirina wê hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye feqet tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya sereke ya ferhengê kurdiya latînî ye, lê kurdiya bi alfabeya aramî / erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpeleke vê ferhengê de ji qismê jor karî opsiyonên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwîner bi xwe (bêyî qeydbûnê) karin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji qismê Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê