elmas - Wîkîferheng (original) (raw)
- IPA(kilîd): /ɛlˈmɑːs/
- Deng (Bidlîs)ⓘ
- Kîtekirin: el·mas
| Tewandina elmas | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | elmas | elmas |
| Îzafe | elmasa | elmasên |
| Çemandî | elmasê | elmasan |
| Nîşandera çem. | wê elmasê | wan elmasan |
| Bangkirin | elmasê | elmasino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | elmasek | elmasin |
| Îzafe | elmaseke | elmasine |
| Çemandî | elmasekê | elmasinan |
elmas
elmas m
- Gewherekî spî yê wek şûşeyê ye lê pirr bihagirantir e.
- Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
Misriyan lami' ji elmasan didayê rast û çep
Teyrik û 'iqd û şerab û netrik û berg û wereq — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
- Xencer û tîr û teber barîn şubih berq û birûsk
Hevreha soranî ئهڵماس (ełmas), farisî الماس (elmas), pehlewî elmas ji yûnanî αδάμας (adámas) (adamas: nayê radestkirin) ji α- (a-: na-, ne-) δαμάζω (damázo) (damazo: kedî kirin) ji proto-hindûewropî *dem-h₂- (mal ava kirin - binere mal). Bi heman awayî peyva kurdî kedî jî têkilî peyva ked-/ ke- ye ku maneya mal dide. Heman peyva yûnanî serekaniya diamond ya îngilîzî û peyvên dişibin wê yên di zimanên din yên ewropî de ye jî. Peyva erebî الماس (elmas) û ya ermenî ալմաստ (almast) bi rêya zimanên îranî dîsa ji yûnanî ne. Ji heman rehê proto-hindûewropî herwiha peyvên kurdî -dav (wek bindav) û mal (xanî). Carinan tê texmînkirin ku elmas dikare ji akadî [skrîpt hewce ye] (elmêşû) (ember) jî be.
elmas
- elmas, almast, lebzîne
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]