gemî - Wîkîferheng (original) (raw)
- Kîtekirin: ge·mî
| Tewandina gemî | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | gemî | gemî |
| Îzafe | gemiya | gemiyên |
| Çemandî | gemiyê | gemiyan |
| Nîşandera çemandî | wê gemiyê | wan gemiyan |
| Bangkirin | gemiyê | gemiyino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | gemiyek | gemiyin |
| Îzafe | gemiyeke | gemiyine |
| Çemandî | gemiyekê | gemiyinan |
gemiyek
gemî m
- (navgîn) Navgîna ku mirov pê li ser avê dimeşe.
Hevmane: keştî, kelek, baxîre, sefîne, beleme- Wezîrê berevaniyê yê Fransayê Le Drian tekez kir: "Hêza esmanî û deryayî ji ser gemiya Charles de Gaulle û çend gemiyên din ên leşkerî ve ji îro duşemê ve di operasyonan de beşdar dibin û hejmarek balafirên şer li ser gemiyê ne, hevdem hejmarek gemiyên din ên me yên şer li deverê hene ku dê bombebarana DAIŞê bikin." — (Rudaw.net/kurmanci 11/2015)
Peyva "gemî" ji mêj ve di kurdî de cih girtiye (li derveyî Bakurê Kurdistanê jî). "Keştî" van salên dawîn bi rêya soranî ji farisî hatiye. Li Başûrê Kurdistanê peyvên erebî "baxîre" û "sefîne" yên ji erebî jî li kar in. "Vapor/bapor" jî ji zimanên ewropî hatine.
Ji osmanî كمی (gemi), ji proto-tirkî *kēmi. Hevreha azerî gəmi, tirkmenistanî gämi, teterî gemi, ozbekî kema, qazaxî кеме (keme).