govend - Wîkîferheng (original) (raw)
- Kîtekirin: go·vend
| Tewandina govend | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | govend | govend |
| Îzafe | govenda | govendên |
| Çemandî | govendê | govendan |
| Nîşandera çem. | wê govendê | wan govendan |
| Bangkirin | govendê | govendino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | govendek | govendin |
| Îzafe | govendeke | govendine |
| Çemandî | govendekê | govendinan |
Govend.
govend m
- Reqsa mirov destê hev digirin û li gel hev dilivin.
- Heft def û heft zirna li yek maqamî dixistin û ancax ew govenda dirêj digerandin. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
- Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş
Mehbûb-i wek stêr e govend û 'işqibazî
Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640) - Wekû du se'et ji şevê çûyî, li pêşiya konan dikine govend. Lawêd ciwan û keç û bûk têne govendê, mêr û jin destêd yekûdu digirin û keç û bûk distirên û dilîzin, heta nêzûkî subeyê, îcarê belav dibin û her kesek têne malêd xwe, radizin. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, ~1858, sala weşandinê: 2010, r. 130, ISBN 9789944360678)
- reqas, mihrican, festîval, cejn, şehyan, gala, pîrozî, zewq, kêf[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
(lêker) govend kirin
(lêker) govend girtin
(navdêr) govendkirin
(navdêr) govendgirtin
(rengdêr) govendkirî
Ji go (“gog, girover”) + bend (“girêan”). Ji eynî rehî: gund, gundor.