zagon - Wîkîferheng (original) (raw)
- Kîtekirin: za·gon
| Tewandina zagon | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | zagon | zagon |
| Îzafe | zagona | zagonên |
| Çemandî | zagonê | zagonan |
| Nîşandera çem. | wê zagonê | wan zagonan |
| Bangkirin | zagonê | zagonino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | zagonek | zagonin |
| Îzafe | zagoneke | zagonine |
| Çemandî | zagonekê | zagoninan |
zagon m
- rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
(bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan)- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
- hemî biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî biryaran dernekeve
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
bi zagonê kirin
dijî zagonê kirin
li gor zagonê çûn / kirin / meşîn / xebitîn
zagon (li perlemanê) derbas bûn
zagon (li perlemanê) derbas kirin
zagon bi kar anîn
zagon hilweşandin
zagon îmza kirin
zagon pejirandin
zagon pesind kirin
zagon rakirin
zagon xebitandin
Bi rêya ermenî զակոն (zakon) yan yekser ji rusî зако́н (zakón) (zakón: qanûn), hevreha ukraynî û bulgarî зако́н (zakón), çekî zákon, polonî zakon...
Li ser bikaranîna "zagon", "yasa" yan "qanûn"ê, binêrin "qanûn".