dinya - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: Dinya

Tewandina dinya
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dinya dinya
Îzafe dinyaya dinyayên
Çemandî dinya dinyayan
Nîşandera çem. dinya wan dinyayan
Bangkirin dinya dinyayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dinyayek dinyayin
Îzafe dinyayeke dinyayine
Çemandî dinyayekê dinyayinan

dinya m

  1. Zemîn û her tiştê lê.
  2. Alem, xelk, xelk û alem, hemî mirov.
    Dinya hemî dizane ku...
  3. Derdor, dewrûber, dorber, hawirdor.
    Dinya tarî bû.
    Kor dinyayê nabînin.
  4. Civak.
    Bi baweriya dinyayê...
  5. Parçeyek ji dinyayê.
    Dinyaya erebî, dinyaya Rojava.
  6. Derek kar yan çalakiyekê.
    Dinyaya şoreşgêrî dinyayek tevlihev e.
  7. Gerdûn, hemî galaksiyên tê zanîn yan bawerkirin ku hene.
  8. Her tiştê di jiyana kesekî de.
    Hemî dinyaya wî bi carekê herrifî.
  9. Rewş.
    Dinyaya sibê dê ne mîna dinyaya îro be.
  10. Jiyana berî mirinê.
    Kes li vê dinyayê namîne. (Dijmane: axret)
  11. Têkiliyên civakî, têkiliyên navbera mirovan.
    Ti ji vê dinyayê nizane!
  12. Karên bo xwe ne bo Xwedê.
    Dîn û dinya bêyî hev nabin.
  13. Erd, ax, zevî, zemîn, gerdûn, cîhan, kaînat, alem, unîvers, kozmoz, felek, mirov, civak, civat, exter, xelk, keyhan.[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji erebî دنياء (dunyai: dinya) ji دناوة (nêzîk bûn) anku wateya bingehîn ya peyvê "derdor" bû, wek di fraza "Dinya tarî bû" de.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya world a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.