heft - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: Heft

heft

heft

  1. hejmar 7 (VII, ۷)
    • Sê ne s̤elas̤; erbeʿe çar in, ʿeyan
      Xemse u sittet çi ne? ew pênc u şeş
      Ḥeft in u heşt in ev in sebʿe s̤eman — (Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan, 1683)
    • Lew lêre he asitannişîn im
      Ev qeṣre ko heşt ṭebeq ʿeyan in
      Yek ya min he ḥeft ṭebeq di wan in — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692)
    • Hin silsilebend u hin di seyyar
      Encumṣifet encum in firûzan
      Heft şev di temam u heft-i rûzan — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692)
    • Ṣed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
      Gerçi der iqlîmê rabiʿ hate textê selṭenet
      Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
    • Mîm û Hey heftê felek çûn,
      Ji Hicretê dewran gelek çûn,
      Sal hizar û çil û yek çûn,
      Ev xezel anî diyare. — (Feqiyê Teyran, , ~1620)
    • Di çîrokan de ev gotina wiha cihê xwe digire: Heft bira, heft tebeqe binê erdê, heft sal, heft roj, hûtê heft serî, heft şev û heft roj û hwd. — (2015, Mehmet Bozkoyun, Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok[1], Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi)

Ji proto-hindûewropî *septḿ̥ (“heft”). Hevreha soranî حەوت (ħewt), kurdiya başûrî û lekî heft, goranî/hewramî hewt, zazakî hewt, hot, farisî هفت (heft), tacikî ҳафт (heft), belûçî ہپت (hept), farisiya navîn 𐫍𐫛𐫤‎ (hpt‎) (h'pt), 𐫍𐫜𐫤‎ (h'ft), osetî авд (avd), sogdî 𐼰𐼱𐽂𐼳‎ (ʾβth) û 𐼰𐼱𐽂𐼰‎ (ʾβtʾ), avestayî  (hapta, /hepte/)... yûnaniya kevn ἑπτά (hêpta), yûnaniya niha επτά (eptá) û εφτά (eftá)... ermeniya kevn եաւթն (êawtʿn), ermeniya niha յոթ (yotʿ)... sanskrîtî सप्तन् (septan)... lîtwanî septyni, latviyayî septiņi... latînî septem, fransî sept, îtalî sette, portugalî sete, spanî siete... gotî 𐍃𐌹𐌱𐌿𐌽 (sibun), inglîzî seven, almanî sieben, danmarkî syv, swêdî sju...

S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H. Binêre bo nimûne: havîn, hev, hemû.

Peyva hindûewropî dişibe hevwateya xwe zimanên samî jî: erebî سبعة (seb'e), maltayî sebgħa, aramî שבעא (şeb'a), siryanî ܫܒܥܐ (şeb'a), îbrî שבע (şeva) lê nêzîkiya wan ihtimalen tenê tesedifî ye.

Çavkanî:

Tewandina heft
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heft heft
Îzafe hefta heftên
Çemandî heftê heftan
Nîşandera çem. heftê wan heftan
Bangkirin heftê heftino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heftek heftin
Îzafe hefteke heftine
Çemandî heftekê heftinan

heft m

  1. behî, tazî
    • Li pey merasima goristanê îca ya li malê dest pê dikir. Li Cizîrê berê û pêş de cihê serxweşiyê (tazîye) mizgeft e. Ji ber ko mala yê mirî mêhvanên zêde raneke, yan jî daku kesên têne serxweşiyê bi awakî rehet karibin nimêja xwe bikin û we’iz bête dayîn çanda mizgeftê rûniştiye. Li navenda Cizîrê navekî din yê cihê serxweşiyê heye, ew jî hefte. “Me hefta xwe danî filan mizgeftê”, “ez ê herim filan mizgeftê, li wêdê heft jî heye” filan. — (12/2010, Abdulkadir Bingöl, Li Cizîra Botan mirin û dêlindêza mirinê [arşîv], Nefel.com)

Ihtimalen ji navê hejmara heft, 7 anku taziya heft rojan.

heft

  1. giranî, sengînî, qursî
  2. kêş, wezn