derî - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina derî
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derî derî
Îzafe deriyê deriyên
Çemandî derî deriyan
Nîşandera çemandî derî wan deriyan
Bangkirin deriyo deriyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî deriyek deriyin
Îzafe deriyekî deriyine
Çemandî deriyekî deriyinan

deriyekî spî

derî n

  1. cihê ku mirov tê re ji xanî derdikeve yan diçe hindirî xanî
    deriyê malê, deriyê hewşê, deriyê xanî, deriyê govê, deriyê şkeftê
    • Deriyê fabrîkê vebû, komê qîzê ûris, file û kurmanc çûne hindir. — (1934, Nûrî, Şewqa Sîbê, r. 3)
      Derî girtî bû loma em neçar man pencereyê bişkînin û tê re biçin.
  2. cihê ku tiştek jê tê vekirin û girtin
    deriyê kartonê, deriyê sindoqê, deriyê qutiyê

Ji ya berê der, herwiha derok, dergeh, hevreha soranî ده‌رگا (derga), hewramî bere, zazakî ber, semnanî berî, pertî ber, sogdî b'r, farisî در (der), pehlewî der, hexamenişî 𐎯𐎺𐎼𐎹𐎠 (duver-), avestayî 𐬛𐬎𐬎𐬀𐬭𐬆𐬨‎ (duuar-, /dver-/), osetî дуар (dwar), sanskrîtî द्वार (dvā́ra), hîtîtî 𒀭𒄙𒍝 (an-dur-za), ermenî դուռ (duṙ), albanî derë, lîtwanî durys, latviyayî durvis, rusî дверь (dvêr'), çekî dveře, polonî drzwi, îngilîzî door, holendî deur, swêdî dörr, danmarkî/norwecî dør, almanî Tür, yûnanî θύρα (thúra)... hemû ji proto-hindûewropî *dʰwṓr / *dʰwer-.

Bo guherîna D bi B di zazakî, hewramî, pertî, semnanî û sogdî de, bidin ber kurmancî (ya/yê/yên) din/ û zazakî bîn.

Çavkanî: Horn p.122, Watkins p.86, MacKenzie P.122, Etymonline | Pokorny: 278

derî

  1. (ji / li) derveyî tiştekî, ne di tiştekî de

Deverên ku derî lê zimanê serekî ye.

derî m

  1. (ziman) zimanekî îranî ye û li Efxanistanêpeyivîn û wek zaravayeke zimanê farisîhesibandin