ewr - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina ewr
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ewr ewr
Îzafe ewrê ewrên
Çemandî ewrî ewran
Nîşandera çem. ewrî wan ewran
Bangkirin ewro ewrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ewrek ewrin
Îzafe ewrekî ewrine
Çemandî ewrekî ewrinan

ewr (rengê spî û lê yê şîn)

ewr n

  1. ava yan cemeda li esmanan ya ku baran yan berf jê çêdibin û dibarin
    • Dû re ewr, ewravî çûn, dinê ji hev bînijî û bû sayî, baye kûr hat. — (2018, Eyüp Kiran, Dewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û Rim, Nûbihar, çapa 4an, r. 31, ISBN 978-9944-360-95-1)
  2. komeke tiştan li hewa
    ewrekî tozê
    ewrekî teyran
  3. pirt an parçeyeke gewr yan tarî
    Ewr ketiye ser çavê wî. (Ew bi çavê xwe nabîne.)
  4. (mecazî) bela yan tişta/ê ku belkî bibe bela
    Ewrên reş û tarî esmanê welatê me girtiye.
  5. (kompûternasî) Internet, heçku wek ewrekî li her derê hazir bo hilgirtin û gihandina materyalan
  6. (Reşwî) esman (bes li hin deran tê vê maneyê)

Hevreha soranî ھەور‎ (hewr‎), kurdiya başûrî ewr, hewramî hewr, zazakî hewr / ewr / hor / or, belûçî اور (ewr) / هور (hewr), farisî ابر (ebr), tacikî абр (abr), osetî арв (arv: esman) û ӕвра́гъ (ævráǧi: ewr), peştûyî اوره‎ (owrë́) û ووره (wore), pehlewî ebr, avestayî 𐬀𐬡𐬭𐬀‎ (aβra), sanskrîtî अभ्र (abhrá), ermenî ամպ (amp: ewr) û ամպրոպ (amprop: birûsk), yûnaniya kevn ὄμβρος (ómbros: ewr) û ἀφρός (aphrós: kef, kefa avê - ku şiklê wê wek yê ewran e), latînî imber (ewr, bahoz, barove, baran)... hemû ji proto-hindûewropî *n̥bʰrós / *n̥bʰrís (ewr-baran) ji *nebʰ- (şil).

Ji heman rehê proto-hindûewropî herwiha peyveke din ya bi maneya ewr bi awayê *nébʰos (bi maneya "ewr" û "şilî") hebû ku serekaniya peyvên gelek zimanan yên bi maneya "şilî" yan "ewr" e. Bo zêdetir agahiyan binêrin: nem.

Hêjayî gotinê ye ku о́блако (óblako: ewr) ya rusî ne hevreha peyva ewr e tevî ku hinekî dişibe hevrehên peyva "ewr" jî.

Bi maneya "Internet" wergereke nû ya yekser ji peyva "cloud" ya îngilîzî ye.

Çavkanî: Novák r. 199, Horn, Watkins, Etymonline | Pokorny: 315-316