gul - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: Gul

Tewandina gul
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gul gul
Îzafe gula gulên
Çemandî gulê gulan
Nîşandera çem. gulê wan gulan
Bangkirin gulê gulino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gulek gulin
Îzafe guleke guline
Çemandî gulekê gulinan

çend gul

gul m

  1. (riwek) Giyayên kulîlkdar, giyayên bikulîlk; giyayên ku kulîlk pê ve şên dibin.
  2. (Reşwî) Dendikeke bo xwarinê.

Peyva "gul" bo xwarinê (bi tirkî, ayçiçek çekirdeği, înglîzî, sunflower seeds) ji peyva ji gulê gulberojê dihê ku li ser dendik heye. Li şûna wê "gul" "gil", "gûl" û "gula" jî dihê gotin.

hevreh soranî گوڵ (guł), farisî گل (berê "gul", niha "gol"), tacikî гул (gul), pehlewiya nûtir 𐭢𐭫 (gul) pehlewi kevntir wred, lekî gil, zazakî vil, hewramî vilî, semnanî û talîşî vile, pertî 𐫇𐫀𐫡 (war), sogdî werd, avestayî 𐬬𐬀𐬭𐬆𐬜𐬀‎ (varǝδa-), îngilîziya kevn word (teraş, devî, dehl), norwecî orr / erre (teraş), albanî hurdhe (daralînk), latînî rubus (dirîk, strî)... hemû ji proto-hindûewropî *wr̥dʰo- (nesrîn).

Ev peyva îranî di sê serdemên cuda de ketiye gelek zimanên cîran û dûrtir jî:

Çavkanî:

gul

  1. (devkî) gulê bûn:
    guh lê bûn, bihîstin
    Mi gul te nebû. ― Min guh li te nebû. Min dengê te nebihîst.
    Mi gul muzîkê bû. ― Min muzîk bihîst. / Dengê muzîkê hat min.