kevok - Wîkîferheng (original) (raw)
- IPA(kilîd): /kɛˈvoːk/
- Deng (Amed)ⓘ
- Deng (Wan)ⓘ
- Kîtekirin: ke·vok
| Tewandina kevok | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kevok | kevok |
| Îzafe | kevoka | kevokên |
| Çemandî | kevokê | kevokan |
| Nîşandera çemandî | wê kevokê | wan kevokan |
| Bangkirin | kevokê | kevokino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kevokek | kevokin |
| Îzafe | kevokeke | kevokine |
| Çemandî | kevokekê | kevokinan |
Kevokek (1)
kevok m, k-ya nerm (1,2)
- Firindeyek e bi taybetî wek sembola aştî û aramiyê tê nasîn lê gelek cûnên wê hene.
Hevmane: kotir, koter, kebokurk, fadik, gogercîn- Moriya xewê xwe berdabû çavên wî û ew biribû welatê xewnan: "Bi xwe li giravekê şilf û tazîbû. Kevokek hat li pêş çavên wî stra û baskên xwe li wî asîmanê şîn dixist. Çirayek vêketîbû di sînga kevokê de, çirayek çi xweşik vêketîbû di sînga kevokê de. Dara destên xwe dirêjî kevokê û çiraya di sînga wê de kir. Çira vemirî, kevok firî... çira vemirî kevok firî... hêsir kete çavên wî, hêsir li ser û çavên wî cemidî û cemed girt ser û çavên wî. Wî hêz dida xwe ku rabe û bide pey kevokê û çiraya di sînga wê de... Destekî bi zendê wî girt." — (2017, Ulku Bîngol, Hespên Hesinî, Weşanên Na, Îzmîr, r. 57, ISBN 978-605-9017-60-2)
Hevreha din ya kurmancî kotir, soranî کۆتر (kotir), zazakî kotere, kirmanşanî kemûter, farisî کبوتر (kebûter), urdûyî û belûçî کپوت (kepot), hindî कपोत (kepot), hemû ji proto-îranî. Eslê peyvê têkilî rengê kew anku şîn e ku herwiha serekaniya kewê teyr e jî.
Kurmancî: kevok, kotir
Soranî: کۆتر (kotir)
Xwarîn:
Kirmaşanî: kemûterBulgarî: гълъб ([g"l"b](/w/index.php?title=g%22l%22b&action=edit&redlink=1 "g"l"b (rûpel hê tune)"))
Endonezyayî: merpati → id, burung merpati, dara → id, burung dara
Rusî: голубь (golub')
Samiya bakurî: duvvá (livia), dielkoduvvá (palumbus)
Sardînî: piccioni aresti → sc, caombu → sc, palumba → sc, columbu → sc
Ûkraynî: голуб (holub)
(teyr)