reng - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina reng
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reng reng
Îzafe rengê rengên
Çemandî rengî rengan
Nîşandera çem. rengî wan rengan
Bangkirin rengo rengino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rengek rengin
Îzafe rengekî rengine
Çemandî rengekî renginan

Çend rengên cuda-cuda.

Çend rengên bingehîn û têkiliyên wan bi hev re.

reng n

  1. Kesk û sor û zer û spî û reş û taybetiyên din yên ronahiyê.
    Hevmane: lewn, elwan, gon, boyax, sibox
    • Kişand axir bi bednamî
      Ji rengê Se'dî û Camî
      Ji şuhret pê hisîn 'amî — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
  2. Cûn, cure, şikl.
    • ...lêbelê evana jî bi zevqeke xweş û bi rengeke luks hatibûn raxistin. — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 35, ISBN 978-605-2246-80-1)

pehlewî: rang ("reng")

farisî: razīdan ("reng dan"), rang ("reng")

belûçî: rajit ("qemirandin"), raxt ("reng dan") … alfabeya arî

peştûyî: rang ("reng")

kurmancî: reng ("reng")

soranî: reng ("reng")

zazakî: reng ("reng")

hewramî: renge ("reng") ...

sanskrîtî: raj- ("reng dan") ...

Çavkanî:

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya color a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

reng

  1. belkî, dibe ku, ihtimal e ku
    • Û berra kulekek heye jî heye, axleb dû jê diçe, nexwe reng e yek li wir dijî. — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)
    • Prof. Dr. Miktad Kadioglu, diyar kir ku sala 1998’an, di nava 1400 salên derbasbûyî de germtirîn sal bû, lê reng e ku dê sala 2007’an germtir be. — (Netkurd.com, 2/2007)
    • Nik me me'lûm e esîr î bêkes î 'aşiq li min
      Bê umîd î xeyrê min zanim ji insan û ji cin
      Reng e min weslek bida te bêdilê hesret-mezin
      Lê reqîb guhdarê ser me şubhê şeytanê recîm — (Dîwana Rûhî, Şêx 'Evdirehmanê Axtepî)

Ji reng ya navdêr, li jor binêrin.

reng

  1. (anatomî) şax, strû, qiloç, qoç (hestiyê bi serê hin heywanan ve)

Ev made ji wergerên şax hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]