sûr - Wîkîferheng (original) (raw)

Xwê madeyê sûrkirinê ye. Ew bi taybetî ji ava behrê tê berhevkirin.

sûr

  1. Tişta/ê ku zêde xwê di nav de heye, tişta/ê ku zêde çêja anku tama xwê jê tê.
    • Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî
      Dayima menzilgeha sûra te bit birca Şeref
      Tali'ê ferxunde û bextê se'îd yarê te bî — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
  2. (devokî) tûj, tîj

Ji proto-hindûewropî *sūr- (tirş yan şor/sûr), hevreh û hevwateya kurmancî şor (1), hevreha soranî سوێر (swêr) / swêr (sûr/şor), zazakî solin, farisî شور (şûr: sûr/şor), lîtwanî sūrus (sûr/şor), rusî соль (soli: xwê), fransî sur (tirş), îngilîzî sour (tirş), almanî sauer (tirş)...

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya salty a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Tewandina sûr
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûr sûr
Îzafe sûra sûrên
Çemandî sûrê sûran
Nîşandera çemandî sûrê wan sûran
Bangkirin sûrê sûrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûrek sûrin
Îzafe sûreke sûrine
Çemandî sûrekê sûrinan

sûr m

  1. keleh, birc, dîwar, şîrhe, çeper

Ji erebî سور (sûr: dîwar, keleh), hevreha aramî שור (şûr: dîwar, keleh), belkî herdu jî ji îbranî [Peyv?] ji rehê שור (ş-w-r: lê nerîn, çavdêrî kirin)

sûr

  1. (reng) Bi alfabeya latînî nivîsina سوور (sûr, “sor”).

sûr (forma mê sûre)

  1. sor

Binêre sor ya kurmancî

sûr m

  1. (malbat) xwişk, xweh