vala - Wîkîferheng (original) (raw)

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
vala valatir herî valavalatirîn

şûşeyeke tijî (li çepê) û yeke vala (li rastê)

vala

  1. xalî, bênaverok, ne tijî, ne mişt, ne dagirtî
    tişta/ê ku ti tişt tê de nîne
    (bi taybetî amanên ku ti tişt tê de tine),
    cihê ti tişt lê nîne
  2. betal, ne mijûl

Bi temamî nayê zanîn ji ber ku hevrehên wê di zimanên din yên îranî de peyda nabin yan nehatine qeydkirin. Lê bi ihtimaleka pir mezin erebî فارغ‎ (fariẍ) e yan jî dikare ji ermenî yan hevreha ermenî պարապ (parap) (xwandina bi ermeniya rojavayî "barab", bi ermeniya rojhilatî "parap") be. Herwiha bide ber rusî порожний (porojnî), polonî próżny, çekî prázdný, bulgarî празен (prajên)... Lê dîsa bide ber farisî ? ونگ‎ (veng, “vala”), sanskrîtî ऊन (ūná: kêm, jê kêm), yûnaniya kevn εὖνις (jêstandî, bêparkirî, mehrûm), latînî vanus, îngilîzî want (niha bi maneya "viyan, xwestin", berê bi wateya "nebûn, jê kêm bûn"), ermenî ունայն (unayn: vala)... ji proto-hindûewropî *wān- (“vala”). Guherîna L/R û L/N di kurdî û gelek zimanên din de jî berbelav e. Guherîna B/V û P/B jî mişe ye. Ketina konsonantan ji dawiya peyvê (li vir Ẍ ji peyva erebî yan B/P ji ya ermenî) dîsa diyardeyeka navdar e. Ihtimala ku ji ermenî jî be ne kêm e ji ber ku di zimanê kurdî de tenê di kurmancî de heye ku cîrana ermenî ye, di zaravayên din yên kurdî de peyda nabe. Hevwateya peyva "vala" anku "xalî" (jî) ji erebî ye.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

vala

  1. sond, sûnd