xapandin - Wîkîferheng (original) (raw)

xapandin (gerguhêz)
Rehê dema niha: -xapîn- / -xapên-
RP.Niha
ez dixapînim / dixapênim
tu dixapînî / dixapênî
ew dixapîne / dixapêne
em, hûn, ew dixapînin / dixapênin
Fermanî Yekjimar bixapîne / bixapêne
Pirjimar bixapînin / bixapênin
Rehê dema borî: -xapand-
RP.Boriyasade
min xapand
te xapand
wê/wî xapand
me, we, wan xapand
Formên din: Tewandin:xapandin

xapandin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. hîle lê kirin, bi ser de birin, tiştek nerast wek rast bi kesekî dan bawerkirin
    Tirkan kurd xapandin: got werin em ê komarekê bi hev re damezrînin û hevmaf bin. Lê piştî damezrandina dewletê, ziman û çandeya kurdan qedexe kirin.
  2. mijûl kirin, meşxûl kirin, xerîk kirin
    Ez carinan xwe bi kompûterê dixapînim, carinan jî bi xwendina romanan.

Hevreha zazakî xapênayene, herdu ji xap +‎ -andin.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya deceive a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Tewandina xapandin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xapandin xapandin
Îzafe xapandina xapandinên
Çemandî xapandinê xapandinan
Nîşandera çemandî xapandinê wan xapandinan
Bangkirin xapandinê xapandinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xapandinek xapandinin
Îzafe xapandineke xapandinine
Çemandî xapandinekê xapandininan

xapandin m

  1. hîlelêkirin, xirandin, biserdebirin, dekûdolab, hîle:
    Xapandina mirovan guneh e.
    Ti kes bi hewlên wan yên xapandinê bawer nake.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya deception a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.