meh - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina meh
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî meh meh
Îzafe meha mehên
Çemandî mehê mehan
Nîşandera çemandî mehê wan mehan
Bangkirin mehê mehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehek mehin
Îzafe meheke mehine
Çemandî mehekê mehinan

meh m

  1. 30 roj, 1/12 ji salê,
    heyamek anku demek ji 30 yan 31 rojan pêkhatî (lê meha 2yem ji salnameya romî 28 yan 29 roj e.)
    12 meh dibin salek.
    Her demsalek ji sê mehan pêk tê.
    • Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî
      Zêrê ji xwe xalis mehek û gaz-i çi hacet — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)

Di hin devokên kurmancî de peyva "meh" nayê bikaranîn. Bi mebesta "30 roj" jî peyva "heyv/hîv" di wan devokan de tê xebitandin.

avestayî: māh- ("heyv, meh")

farisiya kevn: māh- ("heyv, meh")

farisî: māh ("heyv, meh")

belûçî: māh ("heyv, meh")

osetî: māyā ("heyv, meh") ... alfabeya arî

kurmancî: meh ("meh")

soranî: mang ("heyv, meh")

hewramî: mānga ("heyv, meh")

zazakî: mang ("heyv, meh")

sanskrîtî: mas- ("heyv, meh")

yûnanî: mene ("heyv, meh")

latînî: mensis ("heyv, meh")

ermenî: mis ("heyv")

almanî: Mond ("heyv")

îngilîzî: moon ("heyv") month ("meh") ...

Di kurmancî de āh -> eh berbelav e, bide ber -geh, xweh, şeh ...

Çavkanî: Horn p.216, Watkins p.51, MacKenzie P.129, Etymonline
Hevreh: heyv, pîvan

Li ser navê mehan di navbera zimanzan û weşanan de lihevhatinek tune. Îro gelek lîsteyên mehan hene ku tên bikaranîn. Lîsteyek wiha ye:

  1. rêbendan
  2. reşemî
  3. adar
  4. avrêl
  5. gulan
  6. pûşper
  7. tîrmeh
  8. gelawêj
  9. rezber
  10. kewçêr
  11. sermawez
  12. berfanbar

Ev nav jî gelek tên bi kar anîn:

  1. çile
  2. sibat
  3. adar
  4. nîsan
  5. gulan
  6. hezîran
  7. tîrmeh
  8. tebax
  9. îlon
  10. cotmeh
  11. mijdar
  12. kanûn
  13. muherem
  14. sefer
  15. rebîʿulewel
  16. rebîʿulaxer
  17. cemazîyelewel
  18. cemazîyelaxer
  19. receb
  20. şeʿban
  21. remezan
  22. şewal
  23. zîlqeʿde
  24. zîlẖece
  25. nûroj
  26. gulan
  27. baranbiran
  28. germaciman
  29. gelawêj
  30. berewpayîz
  31. mîran
  32. gelarêzan
  33. agirdan
  34. seholbendan
  35. nawzistan
  36. polan
  37. biha
  38. celal
  39. cemal
  40. ʿezemet
  41. nûr
  42. reẖmet
  43. kelimat
  44. kemal
  45. esma
  46. îzet
  47. meşiyet
  48. ʿîlim, ʿilm
  49. qudret
  50. qewl
  51. mesail
  52. şeref
  53. siltan, sultan
  54. mulk
  55. ela

meh m

  1. (Ûrmîye) mey, bade, şerab

meh

  1. bêkeyf, bêcoş

meh

  1. (malbat) dayik,