nan - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina nan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nan nan
Îzafe nanê nanên
Çemandî nanî, nên nanan
Nîşandera çem. nanî wan nanan
Bangkirin nano nanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nanek nanin
Îzafe nanekî nanine
Çemandî nanekî naninan

(1) Çend nanên Bismilê.

(1) Nanê tenûrê.

nan n

  1. (xwarin) Hevîrê pêjayî.
    • Sala ko paîzxêr zû bikeve pê re nagîhin kuta bikin, guşiyên genim dixin xaniyan. Nanê wan gelekî tamdare. — (Ronahî (kovar), ZAD Û GENIM, 1942)
    • Qet'a çu nebû ne xur ne xwabek
      Wan bîr nedihat-i nan û abek
      Ew hefte temam bûye gerdek — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692)
    • Goya li nik wan şûm e, ewî nanê (ko) ibtida (destpêkê) dipêjin û ji tenûrê biderdikevitin ew naxwin. Goya herçî wî nanî bixutin jina wî dimiritin. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, ~1858, sala weşandinê: 2010, r. 105, ISBN 9789944360678)
  2. xwarin, xwirak, xwaremenî, tişta/ê tê xwarin

Hevreha soranî نان (nan), kurdiya başûrî nan, lekî nan, hewramî nan, zazakî nan / non, farisî نان (nan) (farisiya devkî نون‎ (nûn), tacikî нон (non), pehlewî 𐭭𐭠𐭭‎ (nan), belûçî نگن (negen), partî n'g'n (neġn), peştûyî نغن (neġen), ji zimanên îranî, bi îraniya kevn *nagna- (/negne-/).

Lubotsky peyva îranî bi peyva sanskrîtî नग्नहु (nagnahu: havên) ve girê dide û dibêje ku ew herdu ji proto-îranî ne. Lê mimkin e ku nan peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn ya ji zimanekî ne-hindûewropî jî be, bidin ber sûmerî 𒃻 ([NINDA]). Di hîtîtî de jî peyv bi heman awayî hatiye qeydkirin lê nayê zanîn ka divê ew di hîtîtî de çawa were gotin/xwandin.

Peyva nan bi berfirehî di zimanên Hindistanê û Asyaya Navîn de jî heye lê ew ji zimanên îranî hatine wergirtin: ûrdûyî نان‎ (nan), hindî नान (nān), kirgîzî û qazaxî нан (nan), ozbekî non, oyxurî نان‎ (nan‎), çînî / (náng), nenetsî нянь (nyani)... Ji hindî peyv bi maneya cûreyek nanê rojhilatî bi awayê naan ketiye hemû zimanên ewropî jî.

Peyva nan dişibe hevreha xwe ya zimanên romî: latînî panis, spanî pan, fransî pain... lê ew û nan ne hevrehên hev in çunkî veguhastina N/P di peyvên din de peyda nabe.

Çavkanî:

xwarina ku ji ardî û avê hatiye çêkirin (1)

nan (gerguhêz)
Rehê dema niha: -n-
RP.Niha
ez dinim
tu dinî
ew dine
em, hûn, ew dinin
Fermanî Yekjimar bine
Pirjimar binin
Rehê dema borî: -na-
RP.Boriyasade
min na
te na
wê/wî na
me, we, wan na
Formên din: Tewandin:nan

nan gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. niyan, danîn, bi cih kirin:
    pê lê nandewisandin, pê lê kirin
    venan ― bi cih kirin
  2. xwe kirin tiştek ku bi rastî wisa be, xwe şibandin, xwe bi awayekî halekî kirin, da ku xelkê bixapîne:
    Xwe li mirinî nan. ― Bi hawîyî miriyan kirin
    Xwe li gêjî nan. ― Bi hawîyî gêjan kirin

Agadarî Bo agahiyên berfirehtir binêrin: niyan.

nan

  1. nan
  2. xwarin

nan

  1. nan, niyan, danîn

nan n

  1. nan

nan

  1. (devkî) na, ne, nexêr

nan

  1. eger, heke

nan

  1. di ... de

Ev made ji wergerên di ... de hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

nan

  1. pîrê, dapîr
  2. dayen, çavdêra zarokan
  3. (kevnbûyî) xidam, carî
  4. (kevnbûyî) serejin, mêrê jinane

nān

  1. ne, na

nān

  1. ne ti kes, ne çu kes

nan n

  1. bejnbost

nan

  1. ew (pirjimar), wan

nan n

  1. (malbat) bav, bab

nan n

  1. (malbat) bav, bab