pîroz - Wîkîferheng (original) (raw)

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pîroz pîroztir herî pîroz (merkezî)tewrî pîroz (rojavayî)pîroztirîn (soranîzm)

pîroz, p-ya nerm, r-ya nerm

  1. Xweş, bixêr, xêrdar, bimibarek, mubarek.
    Cejna we pîroz be!
    Newroz pîroz kirin.
  2. Mibarek, tiberrk, miqedes, qudsî, evra, xwedayî, yezdanî, olî, dînî, ayînî.
    Qurana pîroz.

Hevreha farisî پیروز (pêrûz, “serketî”), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (pêrôz), farisiya kevn *Pariaujah (“serketî”), dabestî ji *pari (peri, “li dor”) + *aujah (ewceh, “hêz”) (>hêz). Yeksanî ber- +‎ hêz.

Bide ber pêşnavê ermeniya kevn Վարազ-Պերոժ (Varaz-Perož), navên cihan Պերոժ-Կաւատ (Perož-Kawat), Հրաքոտպերոժ (Hrakʻotperož), Սպանդարանպերոժ (Spandaranperož), Որմզդպերոժ (Ormzdperož) û herwiha pêşnavê Պելուժավր (Pelužavr), tev deynên ji îranî.

Ramana rastîn bihêz û serketî û serfiraj bû, wateya dînwer di kurdî de paşê wergirtiye.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya holy a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.