ron - Wîkîferheng (original) (raw)

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
ron rontir herî ron (merkezî)tewrî ron (rojavayî)rontirîn (soranîzm)

ron

  1. geş, pertewdar, rewneqdar, rewşen, ronîdar, ne tarî, cihê ronahî lê heye
  2. aşkera, diyar, xwiya, zelal, berçav, wazih kirin
    • Weko evan dayê avê, melayê dît ku çar pîstêd biçûk ronê bir ser avê ketiyê têtin. — (2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, Lîs, çapa 1ê, r. 59, ISBN 978-605-5683-27-6)
    • Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek "silav, welat, wijdan" ne ji erebî "selam, wilayet, wicdan" in lê "welat" bi "war" ve, "silav" bi "salute" ya latînî ve û "wijdan" jî bi "wisdom" ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe. — (Husein Muhammed: Ferhenga etîmolojiya kurdî ya Keça Kurd, kovara Kanîzar, hejmar 4/2015)
  3. xweş
    Paşerojeke ron li benda me ye.

Têkildarî peyva roj, ro.

proto-hindûewropî *leuk- (“biriqîn, ron bûn”) > *louk-sno- ("ron")

Proto-Aryayi ra * rewxşin- ("biriqîn, ron bûn")

Avarî: rewxşne- ("ron")

Partî: wruşn- ("biriqîn")

Farisiya navîn: roşen- ("ron")

sogdî: ruxšin- ("ron")

Farisî: roşen- ("ron")

Osetî: roxs ("ron")

Kurmancî: ron ("ron")

Soranî: ronak, roşin ("ron") ...

Hewramî: roşin ("ron") ...

Zazakî: roşn ("ron")

Latînî: lūna ("heyv") ...

Çavkanî: Cheung p.321, Horn p.140, Watkins p.49, MacKenzie P.128, Etymonline

Hevreh: roj

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya bright a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

ron

  1. ne req, avî, wek avê herikbar, şil, heliyayî

ron n

  1. Guhartoyeke ruwen (“rûn”).

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Ev made ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Ev made ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]