xefik - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina xefik
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xefik xefik
Îzafe xefika xefikên
Çemandî xefikê xefikan
Nîşandera çem. xefikê wan xefikan
Bangkirin xefikê xefikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xefikek xefikin
Îzafe xefikeke xefikine
Çemandî xefikekê xefikinan

xefik m

  1. Astenga li ber kesekî yan tiştekî hatiye danîn daku bikeviyê û bêt girtin.
    Hevmane: dav, dek, tepik, asteng
    Xefik li ber kewan venan.
    • Heya xweşî, di pira xweşikbûnê re dibihure, li gelek zahmetî û xefikan diqelibe. Wext bi kevirên sebrê hatiye hûnandin. — (2015, Mahîr Bagok, Siya Nepenê[1], Na Yayınları, r. 91)
  2. dekûdolab, fêl, fen, xap
    • Wî demekê dilê xwe ê tenik spart êvînê, xwest bi germî û xweşiya ji kabûsê jiyana sirgûnê rizgar bibe, lê dilê wî ket xefika evînê û di destarê evînê de hat hêran. — (Firat Cewerî, Payiza Dereng, Avesta, 2014, r. 14)
    • Kemîn û xefikên muşrîkên wê dewrê çawa zêde bûn, kemîn û xefikên çêliyê wan ên îro jî bê serî û bê binî ye. Ev gelê ku em di nava wan de dijîn mixabin ketinê feq û dafikên van muşrîkên modern. — (2019, Osman SADIKOĞLU, BIRAYÊMIN! Werin Îslâmê[2], Tevhid Basım Yayın)

Ji erebî خَفِيَّة (xefiyet), ji خَفِيّ (xefî, “nepenî, niximandî, veşartî, nihînî, sirrî”), hevreha חפי (x-p-y-: niximandin). Ji heman rehî ni-ximandin.