çar - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: car

çar

çar

  1. hejmara 4 (IV, ٤, ۴)
    • Sey'rîn li şahê min bi xef
      Hatin temaşa çar teref
      Şatir xumar tayên di ber — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)

Ji proto-îranî *čaθwā́rah (bide ber soranî چوار (çwar, çiwar), farisî چهار (čahâr) osetî цыппар (cyppar), avestayî 𐬗𐬀𐬚𐬡𐬁𐬭𐬋 (caθβārō)), ji proto-hindûîranî *čatwā́ras (bide ber sanskrîtî चतुर् (catur)), taliyê ji proto-hindûewropî *kʷetwóres (bide ber ermenî չորս (čʻors), lîtwanî keturi, latînî quattuor, îngilîzî four).

Tewandina çar
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çar çar
Îzafe çarê çarên
Çemandî çarî çaran
Nîşandera çemandî çarî wan çaran
Bangkirin çaro çarino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çarek çarin
Îzafe çarekî çarine
Çemandî çarekî çarinan

çar n

  1. qeyser, qiral, padîşa, melik, serok (bi taybetî berê li Rûsyayê)

Ji rusî царь (carʹ) ji latînî Caesar. Ji heman rehî herwiha qeyser.

çar m

  1. çare, hel, çareserî (Binêrin: çare)

çar m

  1. potikê drêj û fireh, telîsê ku ji vî potikî çê bûye, şixre:
    çara şevê, çara kayê

çar m

  1. çarsû, çarşî,
    bazar, markêt û piyase,
    cihê ku gel û xelk kêmî û kasiyên xwe dabîn dike, bijewiyên xwe dihinkive, cihê aleştê