cil - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina cil
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cil cil
Îzafe cilê cilên
Çemandî cilî cilan
Nîşandera çemandî cilî wan cilan
Bangkirin cilo cilino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cilek cilin
Îzafe cilekî ciline
Çemandî cilekî cilinan

Hin cûn cilên dîrokî.

cil n

  1. Tiştên mirov li xwe dikin anku dikin ber xwe
    (wek gumlek, derpî, gore, fanêle, saqo û hwd).
    • Darûwê qelbê Melê bû
      Lew bi çehvên min cila ye
      Banesîm dê çî lezînî — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)

Herwiha cilik, hevreha tirkî çul, herdu ji erebî جلة (cullet: cil, libas; sercil). Peyva erebî bi xwe ihtimalen ji tirkî yelek e, ji tirkiya kevn yél- (pif dan, pif kirinê). Ji eynî rehî: êlek, jîle. Bo guherîna Y bi C bide ber: cihû, cejn, cuda, cot... Peyva çek ya bi maneya "cil" jî dîsa kurtkirina "*celek" (cil, cilik) e lê L û E-yek jê hatine avêtin û C hatiye bêlerzkirin anku bûye Ç. Heman peyv wek jelick / gilet ketiye zimanên ewropî jî û wek jîle / jile li kurdî û tirkî vegeriye.

Ev beşa Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya clothes a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

cil n

  1. (astronomî) esman

Ev made ji wergerên esman hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

cil n

  1. (anatomî) bijang, mijûlank

Ev made ji wergerên bijang hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

cil

  1. (malbat) zarok