dan - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: -dan

dan (gerguhêz)
Rehê dema niha: -d-
RP.Niha
ez didim
tu didî
ew dide
em, hûn, ew didin
Fermanî Yekjimar bide
Pirjimar bidin
Rehê dema borî: -da-
RP.Boriyasade
min da
te da
wê/wî da
me, we, wan da
Formên din: Tewandin:dan

Kesek gulekê dide yekî.

dan gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Diyarî kirin, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin.
    Min gulek da wê.
  2. anîn dinyayê, ruh danê.
    Xwedê tu kengî dayî?
  3. çêbûn, lê peyda bûn.
    Rengê xwe dan. (reng lê peyda bûn, rengîn bûn)
    Berhem dan. (berhem pê ve şên bûn)
  4. danîn
    • Deqyanûs bi şîrek hilanî da bin lîbasê xwe. — (1857, Mela Mûsayê Hekarî, Amadekar: Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, sala weşandinê: 2022, r. 90)

Ji proto-îranî *de¹- (“dan”) ji proto-hindûewropî *deh₃- (“dan”). Hevreha soranî [skrîpt hewce ye] (dan-, “dan”), avestayî [skrîpt hewce ye] (da-, “dan”), farisiya kevn da- (“dan”), partî dh- (“dan”), farisiya navîn dy- (“dan”), farisî [skrîpt hewce ye] (daden-, “dan”), belûçî [skrîpt hewce ye] (dā-, “dan”), hewramî [skrîpt hewce ye] (dā-, “dan”), zazakî dayen- (“dan”), sanskrîtî [skrîpt hewce ye] (dā-, “dan”), yûnanî didonai- (“dan”), latînî dare- (“dan”), fransî donner- (“dan”), hîtîtî [skrîpt hewce ye] (dā-, “dan”), semnanî dāī- ("dan")

Çavkanî: Cheung p.44, Watkins p.21, Etymonline

Tewandina dan
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dan dan
Îzafe dana danên
Çemandî danê danan
Nîşandera çem. danê wan danan
Bangkirin danê danino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî danek danin
Îzafe daneke danine
Çemandî danekê daninan

dan m

  1. hediye, bexşîn, diyarî

Kîsek danî.

dan n

  1. Dexl, dexlûdan, genim, ceh, tov.

Ji proto-hindûewropî *dʰoHnéh₂ (dan, dexl), hevreha avestayî dāna, sanskrîtî धानाdhānā́, farisî دانهdāne, pehlewî dān(ag). tane ya tirkî ji zimanekî îranî ye.

dan n

  1. dem, çax, beşek ji rojê.
    danê sibê
    danê êvarê
  2. cem, xwarin, wecibe

dan

  1. Hingê, demê.

dan

  1. Roj, ne şev.
  2. Roj, 24 seet.

dan

  1. Ji dar.