tenûr - Wîkîferheng (original) (raw)
| Tewandina tenûr | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | tenûr | tenûr |
| Îzafe | tenûra | tenûrên |
| Çemandî | tenûrê | tenûran |
| Nîşandera çemandî | wê tenûrê | wan tenûran |
| Bangkirin | tenûrê | tenûrino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | tenûrek | tenûrin |
| Îzafe | tenûreke | tenûrine |
| Çemandî | tenûrekê | tenûrinan |
Jinek nanî diavêje tenûrê.
Tenûreke Kurdistanê ya ku tê de nan tê pehtin.
tenûr m
- Cihê nan tê de tê pehtin bi taybetî firina ku ji axê hatiye avakirin.
Nanê tenûrê. ― nanê ku di tenûrê de hatiye pehtin- Tenûr bi tir û fisan germ nabe — (Gotina pêşiyan)
- Dîlan hema zû ji xwe re hinek mast xiste tacikekê, parçek nanê tenûrê ji selikê derxist û weke gurekî birçî kişiya ser û xwar. — (Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem, 1986)
- Bila şorba nîskan li ser êgir, nan li ser tenûrê, mîh û beran, berx û kahr li ber derî bin. — (Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel, 2002)
Hevreha farisî تنور (tenûr) / تندور (tendûr), pehlewî tenûr, avestayî tenûre-, erebî تنور (tennûr), aramî תנורא (tenûra), îbranî תנור (tenûr), hemû ji akadî 𒋾𒂟 (tinūru), ew bi xwe bi metatezê ji sûmerî [Peyv?] duruna.
Dihxoda idia dike ku peyv ji peyvên akadî tîn (herrî, ax) û nūru (agir) hatiye. Lê ev idia hem etîmolojiya gelêrî ye û hem jî wek din şaş e çunkî bi akadî herrî ne tîn e lê ṭiṭṭu ye (lê bi erebî û îbranî ṭīn û bi aramî ṭīna ye) û nūru jî ne agir e lê ronahî ye.
Varyanta tendûr bi dîsîmîlasyonê anku jihevcudabûna du dengên wek hev ji varyanta tennûr peyda bûye. Yan bo zêdebûna D li pey N bidin ber D-ya peyva qalind.
Peyv bi rêya zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî, bo nimûne: ermenî Թոնիր (tonir), tirkî tandır, azerî təndir, ozbekî tandir, gurcî თორნე (torne), hindî तन्दूर (tendûr)... Bi rêya hindî peyv ketiye zimanên ewropî jî: îngilîzî, fransî, îtalî, spanî tandoor. тандыр (tandir) ya rusî bi rêya zimanên tirkîkî ye.
Li aliyekî din vê dawiyê û bi rêya teknîka nû di zimanên Rojhilata Navîn de cih daye peyva firin ya ji zimanên ewropî hatî.
Çavkanî:
Association Assyrophile de France: Dictionnaire akkadien[1] ["Rêkxistina Aşûrîdostan ya Fransayê: Ferhenga akadî"]
Fraenkel, Siegmund (1886): Die aramäischen Fremdwörter im Arabischen [Peyvên aramî di erebî de], Leiden: E. J. Brill.
The Comprehensive Aramaic Lexicon Project, [Projeya Ferhenga Giştgir ya Aramî] Cincinnati: Hebrew Union College, 1986– [2]
The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê) [3]
Almanî: Ofen → de n, Tanduri, Herd → de, Backofen → de, Bratofen, Backraum, Backröhre
Azerî: peç
Baskî: labe
Belarusî: печ (pieč)
Bulgarî: фурна (furna)
Fînî: uuni → fi, tandooriuuni → fi
Gaelîka skotî: àmhainn
Hindî: त॑न्दूरी (Tandūrī)
Îngilîzî: oven → en, tandoor → en, furnace → en, kiln → en, stove → en
Latînî: caminus
Lîtwanî: krosnis
Makedonî: печка (pečka)
Malezî: ketuhar
Maltayî: forn
Pîrahayî: pixaoi
Qazaxî: пеш (peş)
Romancî: fuorn
Romanî: bov
Sirboxirwatî:
Kirîlî: пећ (peć)
Tirkmenî: peç
Zuluyî: isitofu