şev - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina şev
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şev şev
Îzafe şeva şevên
Çemandî şevê şevan
Nîşandera çemandî şevê wan şevan
Bangkirin şevê şevino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şevek şevin
Îzafe şeveke şevine
Çemandî şevekê şevinan

Dîmenek şevê.

şev m

  1. Dema navbera avabûna rojê û hilatina wê; dema navbera nivistinê û şiyarbûnê; dema navbera êvarê û spêdê.
    Şev xweş!
    Şeveke bêxew.
    Çend şevan.
    Bi roj mirov kar dike, bi şev xew dike.
  2. Dema borandina çalakiyên êvarî.
    Hevmane: şevbihêrk
    Me şevek xweş ya Newrozê kir.

Hevreha soranî شه‌و (şew), kurdiya başûrî şew, goranî/hewramî şewe, zazakî şewe, farisî شب (şeb), tacikî шаб (şab), belûçî شپ (şep), pehlewî ş'p, hexamenişî 𐎧𐏁𐎱 (xšap-), avestayî 𐬑𐬴𐬀𐬞‎ (xṣ̌ap) û 𐬑𐬴𐬀𐬞𐬀𐬥‎ (xṣ̌apan)... sanskrîtî क्षप् (kṣap) (kṣáp)... hîtîtî 𒅖𒉺𒀭𒍝 (ispanza)... hemû ji proto-hindûewropî *kʷsep- (şev).

Heman peyva proto-hindûewropî mihtemelen li gel pêşgira *we- herwiha serekaniya peyva proto-hindûewropî *wek(ʷ)speros (êvar) e ku serekaniya van peyvên bi wateya "êvar" yan rojava/rojavabûn" e jî: latînî vesper, yûnanî ἕσπερος (hésperos: êvar; êvarî, rojava, rojavabûn), ermenî գիշեր (gišer) (gišer), rusî ве́чер (véčer) (véčer), îngilîzî west.

Di piraniya zimanên din yên hindûewropî de bi wateya "şev" peyveke ji peyva proto-hindûewropî *nókʷts peydabûyî li kar e, bo nimûne: yûnanî νύξ (núx), latînî nox, rusî ночь (nočʹ) (nočʹ), almanî Nacht, îngilîzî night, fransî nuit... Hevrehên wê di kurdî û farisî de nemane lê bo nimûne di avestayî de wek 𐬥𐬀𐬑𐬙𐬎‎ (naxtu) hatiye qeydkirin.

Çavkanî:

şev

  1. sernişûv, nişûv, şevil, kaş
  2. mizwac