dar - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina dar
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dar dar
Îzafe dara darên
Çemandî darê daran
Nîşandera çemandî darê wan daran
Bangkirin darê darino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî darek darin
Îzafe dareke darine
Çemandî darekê darinan

Darek (1)

dar m

  1. Riwekeke bikok anku qurm û çeq û pel û bi gelemperî çendîn metreyan dirêj.
    • Dar, dar, dardarên kevnar, darên bilind, darên stûgewrê, darên cûrbicûr… heta gund riya me her di nav daristanan re derbas dibû. Hê destên dijmin negihîştibûn van çiyan û daristanan. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)
    • Darekî hilde û li ser binivîse. — (Pirtûka Pîroz. Hezekiyel 37:16.)
  2. Her tiştê bi dirûvê xwe dişibe daran
    Dara binemalê.
    "Dara sêvê". Ev (a) ya ku li ser bêjeya dar zêdebûyî hişt ku bêje şêweya xwe biguhere. Ev destnîşana morfolojî, ji bo zayenda mê ye û di warê mêjerê de, yekhejmar e (tak e).
    • "Nimûneya "darê min" ev guherîna bi (ê) yê dide xuyanîkirin ku nêr e û tak e. Îcar pirs, çawa dikare dar di eynî wextê de, nêr û mê be? Di haletê pêşiyê de mê ye û dar şîn e, di haletê duyê de, dar bi erkê şivê (şivik/ dara hişk) radibe, bi vê yekê em dibînin ku ne tinê guhartin di şêweyê de, çê bû her weha jî, di wateyê de. — (Bavê Nazê: Ber bi zimanekî yekbûyî ve, Gelavej.com, 7/2008)

Hevreha soranî دار (dar), kurdiya başûrî dar, hewramî dar, zazakî dare, farisî دار (dar), farisiya navîn dar, hexamenişî 𐎭𐎠𐎽𐎢𐎺 (dārûv), avestayî 𐬛𐬁𐬎𐬭𐬎‎ (dāuru), sanskrîtî दारु (dā́ru), hîtîtî 𒋫𒊒 (taru) û 𒋫𒀀𒊒 (tāru), latviyayî dar̂va, lîtwanî dervà, bulgarî дърво́ (dǎrvó), çekî dřevo, yûnaniya kevn δόρυ (dóru) û δρῦς (drûs), rûsî/ukraynî де́рево (dérevo), albanî dru, inglîziya kevn trēow, inglîziya navîn treo, tre, inglîziya niha tree, danmarkî træ, norwecî tre, swêdî trä / träd, îrî dair... hemû ji proto-hindûewropî *dóru (“dar”). Hevreha durist.

Çavkanî:

Tewandina dar
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dar dar
Îzafe darê darên
Çemandî darî daran
Nîşandera çemandî darî wan daran
Bangkirin daro darino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî darek darin
Îzafe darekî darine
Çemandî darekî darinan

dar (1)

dar n

  1. çeqê yan qurmê darê (bi taybetî dema bo şewitandinê yan jî wek beşek avahiyekî tê bikaranîn).
  2. doqişk, şiv, şivtan, darik, çov, ço, çîv.

dar n

  1. (darê dinyayê) war, welat, mal

Ji erebî دَار (dār, “war, mal, welat, cih, der”), hevreha aramî דורא (dûra/dwara, “jîngeh, war”), akadî [Peyv?] (/⁠darû⁠/, “bane, mala li çolê”), têkilî peyva dor û dewr.

dar n

  1. diyarî, hediye

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn
- Yekjimar Pirjimar
Navdêr dar darren
Biçûkker darretje darretjes

dar n

  1. nêrehing, hingê nêr

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn

dar

  1. berû

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn

dar

  1. , hê jî, hîna, hêj

dar m

  1. mal, xanî

dar m

  1. diyarî, hediye

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn

dar

  1. , lêbelê, welê, ema, feqet, lakin

dar

  1. diyarî, hediye

dar m

  1. diyarî, hediye

dar m

  1. diyarî, hediye

dar m

  1. diyarî, hediye

dar

  1. dan, dayîn, raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin, bexşîn

dar

  1. Teng.
    Dar sokak. ― Kuça teng.
    Dar ve uzun oda. ― Odeya teng, ziravik û dirêj.
  2. Teng.
    Dar düşünce. ― Ramana teng.
  3. Barik, tûlik.
    Dar elbise. ― Cilê teng.
  4. Kêm, hindik, sînordar
    Bu dar gelirle bir şey yapamayız. ― Em bi van dahatên kêm nikarin tiştekî bikin.
  5. Roja teng.
    Dar günde ondan biraz para almışım o kadar. ― Di roja teng de min hinek pere jê stendiye, ew qas.
  6. Bi zorekê.
    Akşam arabasına dar yetiştiler. ― Bi zorekê gihiyan erebeya êvarê.
  7. Sêpê, daraxaçî, darê îdamê (dîreka ku pê mehkûmê îdamê tên daleqandin).