bav - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina bav
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bav bav
Îzafe bavê bavên
Çemandî bavî bavan
Nîşandera çemandî bavî wan bavan
Bangkirin bavo bavino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bavek bavin
Îzafe bavekî bavine
Çemandî bavekî bavinan

Zarokek û bavê wî.

bav n

  1. (malbat) Zilamê mirov jê çêbûye,
    zelamê mirov kurr yan keça wî.
  2. Kesa/ê bingehê rêbazekê danaye.
    Şerefxan bavê dîroka kurdî ye.
  3. bab, nifş, yabo[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Ji proto-hindûewropî *papa-, proto-îranî *pape-, (ihtimal e ji zimanê zarokan ku zarok pê daxwaza xwarinê dikin, bide ber pepe anku nan ya kurdî), hevreha bab ya kurmancî, bawk ya soranî (babe: babo forma gazîkirinê), بابا (baba) ya farisî ku ketiye tirkî jî; pape- ya farisiya kevn, πάππας (pappas: bab, babo) û papa ya latînî ku serekaniya heman peyva bi gelek zimanên ewropî ye. Tiştekî asayî û normal e ku bab di hin devokan de bûye bav ji ber ku di kurmancî de -b ya di farisî de gelek car v ye: şeb / şev.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya father a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

bav

  1. Karê hînkirina heywan a ji bo nêçîrê.