mezin - Wîkîferheng (original) (raw)

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
mezin mezintir herî mezin (merkezî)tewrî mezin (rojavayî)mezintirîn (soranîzm)

Fîl mezin in û mişk biçûk in.

mezin

  1. gir, girs, zexm, ne biçûk
    Fîl heywanên mezin in.
  2. berfireh yan bilind
    Behreke mezin.
    Xaniyekî mezin.
  3. bitemen, bi temenê xwe zêdetir
    Birayê mezin û birayê biçûk.
  4. giring, muhim, tesîrker, bibandor, zîrek, jêhatî
    Qezayeke mezin.
    Zanayên mezin.
  5. dilovan, birehim, dilnerm, hestiyar, dilnazik
    Ya Xudê tu yê mezinî, li min bibore.
    Qurban tu yê mezinî li min bibore.

Ji proto-hindûewropî *méǵh₂s.

Hevreha belûçî مزن (mezen, muzen), farisiya navîn mes/meh, farisî مه‎ (meh - bi maneya "mezin" êdî nemaye), avestayî 𐬨𐬀𐬰𐬀𐬵‎ (mezeh), sanskrîtî महा (mahā) (mahā́), ermenî մեծ (mec) (mêç) hîtîtî 𒈨𒂊𒅅𒆠𒅖 (mêkkis, “gelek, pirr”), yûnaniya kevn μέγας (mégas, “mezin”), latînî magnus (“mezin”) û mactus (“hêja, bihagiran”), îtalî/portugalî/spanî magno, îngilîzî much (bixwîne: maç "gelek, pirr"), swêdî mycket ("gelek, pirr"), danmarkî meget ("gelek, pirr"), albanî madh...

Di kurdî de paşgira -in lê hatiye zêdekirin lê forma mes-/mez- jî di mestir/meztir û mestirîn / meztirîn de hê maye. Guhartoya bi paşgira -in di zimanên din ên îranî de ji bo dêwan anku bûnewerên mîtolojîk ên mezin tê karanîn; binêre avestayî 𐬨𐬀𐬰𐬀𐬌𐬥𐬌𐬌𐬀 (mezeyniye, “mezin, dêw, bûnewerên mezin”), farisî مازنی (mazenî) û navê Mazenderan ji مازن (mazen, “mezin, dêw”) + در (der, “derî”) + -an.

Bo guherîna *ǵ ya proto-hindûewropî bi Z di zimanên îranî de, bidin ber peyva zanîn, zer.

Bo guherîna wateya peyvan di navbera "mezin" û "gelek" de bidin ber tirkî çok (gelek, pir) û oyxurî چوڭ (chong, “mezin”).

Di nav zaravayên kurdî de peyv tenê di kurmancî de maye. Hin caran ew di soraniya nivîskî de tê dîtin lê ew ji kurmancî hatiye neqilkirin wek çawa ku hevwateya wê ya soranî gewre jî neqlî kurmanciya nivîskî bûye. Di nav zimanên îranî de ji bilî kurmancî herwiha di belûçî de jî maye lê wek din ji zimanên din ketiye.

Bi forma xwe ya yûnanî wek mega- ketiye piraniya zimanan û zimanê kurdî jî. Bo nimûne: megaloman, megatrend...

Çavkanî

Tewandina mezin
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mezin mezin mezin
Îzafe mezina mezinê mezinên
Çemandî mezinê mezinî mezinan
Nîşandera çemandî mezinê mezinî wan mezinan
Bangkirin mezinê mezino mezinino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mezinek mezinek mezinin
Îzafe mezineke mezinekî mezinine
Çemandî mezinekê mezinekî mezininan

mezin m yan n li gorî maneyê

  1. danemir, baliq, gihiştî, reşîd,
    êdî ne zarok,
    kesên ku êdî ne zarok in,
    kesên ku bûne 18-salî yan zêdetir:
    Bilêtên bo mezinan bi 10 dolaran û bilêtên bo zarokan bi 5 dolaran in.
  2. pîr, rîspî:
    Mezinên gundî.
  3. giregir, serok, birêveber:
    Mezinên kurdan divê yekîtiya neteweyî ava bikin.
  4. bavûkal, bavûbapîr:

Mirovên 18-salî yan zêdetir (1)