nav - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina nav
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe navê navên
Çemandî navî navan
Nîşandera çemandî navî wan navan
Bangkirin navo navino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe navekî navine
Çemandî navekî navinan

Di nivîsîna misriya kevn de çemberek li dor navên kesan dihat xêzkirin.

nav n

  1. peyva ku kesek pê tê nasîn:
    -Navê te çi ye?
    - Navê min Elî ye.
    • Herçi bîvêrê ku navê dilberê bêtin li ser,
      Xweş dibit hadir di gavê bêguman û şubhe ye. — (Melayê Cizîrî: Dilberê Serdarê Xuba)
  2. peyveke taybet ku welat, bajarek an devereke din pê tê nasîn
    Navê paytextê Spanyayê çi ye? - Madrîd e.
    Navê gundê me Bêxebar bû.
  3. peyveke taybet ku heywanek pê tê nasîn:
    Navê kûçikê wan Beşo ye.
    Ma we ti nav li pisîka xwe nekirine?
  4. peyva ku tiştek an heyberek pê tê nasîn
    - Navê van gulan çi ye?
    - Navê wan beybûn e.
    - Navê vî amûrî bi kurdî çi ye?
    - Navê wî çekûç e.
  5. navûdeng, navdarî, meşhûrî
    • Dûr bû ji wî zad û te’am,
      Xizmet dikir daim mudam,
      Navê wî çûbû şerq û şam,
      Kamil ji qedr û qîmetê — (Feqiyê Teyran: Bersîsê Abid)
  6. (rêzimanî) navdêr

Ji proto-hindûewropî *h₁nómn̥. Hevreha soranî ناو‎ (naw‎), Xwarîn naw, lekî nam, hewramî name, zazakî name, belûçî û farisî نام (nam), tacikî û osetî ном (nom), peştûyî نوم‎ (num), farisiya navîn 𐫗𐫀𐫖‎ (nam), partî 𐫗𐫀𐫖‎ (nʾm‎) / 𐭍𐭀𐭌 (nam), farisiya kevn 𐎴𐎠𐎶 (n-a-m /⁠nāma⁠/), avestayî 𐬥𐬁𐬨𐬀𐬥 (nāman)... sanskrîtî नामन् (nā́man), hindî नाम (nām), urdûyî نام‎ (nām), maratî नाव (nāv), nepalî û sindhî नाउँ (nāũ)... hîtîtî 𒆷𒀀𒈠𒀭 (lāman)... almanî Name, holendî naam, îngilîzî name, swêdî namn, norwecî namn / nav, danmarkî navn, îzlendî nafn... oskanî 𐌍𐌖𐌌𐌍𐌄𐌝𐌔 (numneís), umbriyî 𐌍𐌏𐌌𐌄 (nome) û 𐌍𐌖𐌌𐌄𐌌 (numem), latînî nomen, îtalî û portugalî nome, fransî nom, romanî nume, spanî nombre... yûnaniya kevn όνομα (ónoma)... ermenî անուն (anun) (anun)... bretonî anv, îrlendî ianm... albanî êmën / emër... rusî и́мя (ímja) (íma), polonî imię, miano.

Bo guherîna M bi V di kurdî de, binêrin herwiha: dav, gav...

Çavkanî:

nav

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya name a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Tewandina nav
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nav nav
Îzafe nava navên
Çemandî navê navan
Nîşandera çemandî navê wan navan
Bangkirin navê navino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî navek navin
Îzafe naveke navine
Çemandî navekê navinan

nava avahiyekî

nav m

  1. navteng: beşa leşî ya kemera pantolonî dikeve ser, navbera zikî û lingan an yan piştê û lingan.
    Kemera nava wê zêr e.
  2. hindir, navend, nîvek, navber, merkez, daxil
    Hirç ketiye nava rez.

Hevreha soranî ناو (naw), farisî ناف (naf, “navik”), farisiya navîn 𐭭𐭠𐭯𐭪‎ (nāfag, nafeg: navik)... sanskrîtî नभ्य (nábhya) û नाभि (nā́bhi)... latviyayî naba... almanî Nabe, Nabel, holendî naaf, îngilîzî nave, navel, swêdî nav, navel, danmarkî nav navle... ermenî անիւ (aniw)... yûnaniya kevn ὀμφαλός (omphalós)... latînî umbilīcus, fransî nombril, ombilic, îtalî ombelico, portugalî umbigo, spanî ombligo... hemû ji proto-hindûewropî *h₃nobʰilos ji *h₃nebʰ- (nav, nîve; navik).

Binêre herwiha: hinav, navik.

Çavkanî:

nav

  1. hindirî, daxilî, jûr:
    Hat nav malê
    Were nav dikanê.

Binêre: nav (navdêr 2)

nav

  1. neh, 9

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê

nav

  1. Kurtkirina navigation.

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

nav

  1. ne (ew) e
  2. ne (ew) in
  3. bila (ew) neke
  4. bila (ew) nekin

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê

nav n

  1. nav (ism)

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

nav m

  1. (navgîn) keştî, gemî, sefîne, baxîre

Ev made ji wergerên keştî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

nav

  1. nav, nîvek, nîvek çerxê