reş - Wîkîferheng (original) (raw)

Binêre herwiha: res

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
reş reştir herî reş (merkezî)tewrî reş (rojavayî)reştirîn (soranîzm)

Rengê reş.

reş

  1. (reng) tarîtirîn reng, rengê ji hemiyan tarîtir, wek rengê rejiyê.
  2. tarî, ji ronahiyê bêpar
    • (...) mîna tîrekê navdilê Qaçax hingavtin, ling lê lerizîn, ber çavên wî reş bû (...) — (Sîma Semend, Xezal, Weşanên Nûdem, 1996)
  3. temirandî
    Ka wê çirayê reş bike.
  4. çermreş, mirovên çermreş yên mîna efrîqiyan
  5. bêyom, pirr xirab, nebaş

Taliyê ji proto-îranî *ra(n)ǰ- (“reng kirin, boyax kirin”). Hevreha soranî ڕەش (reş), xotanî rraşa (“ya ku bi rengê tarî”), talişî رش (rəş, “qehweyiya zelal”), sogdî [skrîpt hewce ye] (rɣš- /⁠raxš⁠/, “Rexş, hespê Ristem”), farisî رخش (rexş, “sor”), mazenderanî رش (raš, “sor”). Guherîna maneya rengan di zimanên hindûewropî de diyardeyeke berbelav e.

Çavkanî:

Tewandina reş
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reş reş
Îzafe reşê reşên
Çemandî reşî reşan
Nîşandera çemandî reşî wan reşan
Bangkirin reşo reşino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî reşek reşin
Îzafe reşekî reşine
Çemandî reşekî reşinan

reş n

  1. rengê reş
    • Wekû muddeyê hiznê (dema xemgîniyê) temam bûyî axayêd wan û yaxo xizmekî wan ji boy her yekî ehlê meyyitî, anegore halê xwe tiştekî tîne û reşêd wan heldigire, ji şînê biderdikevin. Lakin eger ew meyyit begzade û yaxo axa û mirovekî kifş bûya elbette paşî panzdeh rojan hakimê wî welatî xelatek hazir dikirîn û dişande pê warisê meyyitî (xwediyê kesê ku miriye) û tînane hizûra xwe û digotêne: Emrê xwedê ye, bilanî tu xweş bî, mirin rêya me hemûyan e. Ew xelat li wî warisî dikirîn û ji reşê biderdanîn (derdixistin). — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, ~1858, sala weşandinê: 2010, r. 53, ISBN 9789944360678)

reş

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina ڕەش (reş).