ew - Wîkîferheng (original) (raw)

| | Yekjimar | Pirjimar | | | ----------- | -------- | ------ | | Mê û nêr | ew | ew |

ew

  1. (yekjimar) Kesê sêyem; kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê axiftin.
    Ew hevalê min e.
    Min ew nedît.
  2. (pirjimar) Kesên sêyem; kesên yan heywanên yan tiştên ku behsa wan tê kirin ji bilî yên ku diaxivin û yên ku bo tê axiftin.
    Ew hevalên min in.
    Min ew nedîtin.
  3. gotin ji wî kesê ku mirov navê wî nezane an jî ji bîr kiriye.
  4. ewk

Cînavên kesîn

| | Yekjmar | Pirjimar | | | | | | | ---------- | --------------------------------- | ------------------------------- | ------------------------------------ | --------------------------------- | ------------------------------- | ------------------------------- | | Navkî | Çemandî | Navkî | Çemandî | | | | | Kesê 1em | ez | min | em | me | | | | Kesê 2em | tu | te | hûn | we | | | | Kesê 3em | Dûr | ew | nêr | | ew | wan | | | | | | | | | | Nêzik | ev | nêr | | ev | van | | | | | | | | | |

Hevreha soranî ئەو (ew), zazakî o, farisî او (o), hemû ji proto-îranî *ewe-. Di kurmancî de ji "ew + ê", ji "ew + î" û wan ji "ew + an" e. o (“ew”) ya tirkî ji zimanekî îranî ye, ol û an yên tirkî yên bi wateya "ew" di bin bandora zimanên îranî de yan winda bûne yan jî wek ya îranî guherîne û bûne o. Serekaniya peyva "ew" di proto-hindûewropî de ne diyar e lê belkî *éy (“, ê - îngilîzî the”) yan jî *h₂eu- be ku bi forma xwe ya *h₂eutos serekaniya peyva αὐτός (autós, “xwe”) yûnaniya kevn e ku niha di gelek zimanan de wek auto- û di kurdî de jî ji ber bandora bilêvkirina fransî oto- ye, wek otobûs, otomobîl, otonom...

Cînavên kesîn, kesê sêyem:

mêrek yan kurek bi tenê

jinek yan keçek bi tenê

heywanek yan tiştek bi tenê

çend kes yan çend tişt yan çend heywan

ew

  1. (yekjimar) kesê sêyem,
    kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê

ew

  1. (yekjimar): Bi alfabeya latînî nivîsina ئەو (ew, “ew”).

(Cînavên kesîn):

yekjimar pirjimar
kesê 1em من (min) ئێمە (ême)
kesê 2em تۆ (to) ئێوە (êwe)
kesê 3em ئەو (ew) ئەوان (ewan)