kur - Wîkîferheng (original) (raw)

kur

  1. (standardên navneteweyî) Koda zimanî ya ISO 639-2 & ISO 639-3 ji bo kurdî.

Deng (Bidlîs)

Tewandina kur
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kur kur
Îzafe kurê kurên
Çemandî kurî kuran
Nîşandera çemandî kurî wan kuran
Bangkirin kuro kurino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kurek kurin
Îzafe kurekî kurine
Çemandî kurekî kurinan

Çend kur.

kur n, k-ya nerm, r-ya req

  1. lawik, gede, sebî, xort,
    zarokên nêr, mirovên nêr yên biçûk
    Kur bi gogê dilîzin.
  2. (malbat) lawik, gede, sebî,
    zarokên nêr, yên kesekî
    Te çend kur hene?

sogdî: kwrt' ("zarok")

xunsarkî: kur ("kîr")

farisî: kīr ("kir")

kurmancî: kîr ("kîr, pênîs"), kur ("lawik")

soranî: kurr; kêr ("kur; kîr"), kur ("lawik")

zazakî: kîr ("kîr, pênîs")

lorî: kur(r) ("kur, kurik")

Çavkanî: Cheung p.250
Baldarî: Ne ji proto-hindûewropî ye.

kurik, lawik, zarokên nêr (1)

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya boy a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

zarokên nêr yên kesekî (2)

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya son a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

kur

  1. (Nexasma bo mûyan) kurt, kin, qusandî, qusa
    Riyên xwe kur kirin.

Hevreha kurt, çerm, farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (kirrênîden, “kurr kirin; têgiheke dînî ye ku afirandina dêwan (li şûna êzdan, anku brehênîden) diyar dike”). Bo guherrîna dengê /kir/ > /kur/ binêre kirm > kurm.

kur

  1. , der, kîjan cih

ku (formeke devokî ji ) + der(ê), bide ber vir (vê derê) û wir (wê derê)

kur

  1. cilwe
  2. kûr
  3. kur
  4. kurs
  5. cîlwe