hiş - Wîkîferheng (original) (raw)

Tewandina hiş
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hiş hiş
Îzafe hişê hişên
Çemandî hişî hişan
Nîşandera çemandî hişî wan hişan
Bangkirin hişo hişino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hişek hişin
Îzafe hişekî hişine
Çemandî hişekî hişinan

hiş n

  1. aqil, bîr, hişyarî, haydarî, agadarî:
    Hiş di serî de nîne! ― Bêaqil e.
    • Di hemû ziman û çandan de hişê mirov diçe: Kurmanc dibêjin: “Hişê min diçe”. Zaza dibêjin: “Hêşê min şono”. Tirk dibêjin: “Başım dönüyor”. Yanê peyv bi peyv “Serê min dizivire” — (Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok, Mehmet Bozkoyun, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi)
    • Sacîdû bê hiş kerî sed salî dî
      Ez dizanim La îlahe îlla Tu yî — (Mela Hesenê Bateyî, Mewlûda Kurdî, ~1720)

Ji proto-hindûewropî *h₂ows- ("guh"), proto-îranî *uş (“guh; hiş”), hevreha guh ya kurdî, هوش (hûş: hiş) û گوش (gûş, “guh”) yên farisî, zazakî goş (guh) ya zazakî,, هۆش (hoş, “hiş”) û گوێ (gwê, “guh”) yên soranî, [skrîpt hewce ye] (oş/hoş, “hiş”) ya pehlewî, [skrîpt hewce ye] (uşî, “hiş”) ya avestayî... उसि (usi) ya sanskrîtî, vesh (“guh”) ya albanî, ausis (“guh”) ya lîtwanî, οὖς (oûs, “guh”) ya yûnaniya kevn, auris (“guh”) ya latînî (> oreille ya fransî), ухо (úxo, “guh”) ya rusî...

hiş, aqil, eql, zihn

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya mind a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

hiş

  1. bêdeng, bêpêjn:
    Hiş be! ― Bêdeng be! Neaxive!
    Ew qet hiş nabe! ― Ew her diaxive. Ew berdewam dipeyive.
  2. aşt, aram, tena, rihet:
    Dayikê zarokê xwe hiş kir.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya silent a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

hiş

  1. bêdeng be, bêdeng bin!:
  2. Hiş, qet neaxive! (Bêdeng be, hîç nepeyive!)

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya shh a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

hiş

  1. hişt, hiş, :
    Hişt, buraya gel! ― Hê, were virê!